Wezîrê Îstîxbaratê yê Îranê ji bo Hamany hişyariya ‘suîqastê’ kir
Wezîrê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl Hetîb, der barê hewldanên ‘sîuqestên muhtemel’ û planên ‘rageşiyê’ li welêt bi taybetî ji aliyê Îsraîl û DYE’ê ve hişyarî kir.
Wezîrê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl Hetîb, der barê hewldanên ‘sîuqestên muhtemel’ û planên ‘rageşiyê’ li welêt bi taybetî ji aliyê Îsraîl û DYE’ê ve hişyarî kir.
Ayetullah Elî Hamaney ê 86 salî, ji sala 1989’an vir ve li Îranê di biryardayîna stratejîk de xwedî otorîteriya herî mezin e. Li gorî medyaya Îranê Wezîrê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl Hatîb got, “Rehber stûnek girîng a şoreşê ye; ji ber vê dijmin dixweze hedef bigire û di vê çarçoveyê de qels bike.” Lê belê, ne diyar e ka gotinên wî li ser gefek taybet in, an jî nirxandinek giştî ne.
Îran demek dirêj e DYE’yê û Îsraîl bi operasyonên veşartî tawanbar dike. Di 13’yê Hezîranê de, Îsraîlê êrîşên mezin li ser tesîsên stratejîk ên Îranê dabû destpêkirin, di encamê de qurbaniyên asta bilind çêbûn û şerek a 12 rojan pêk hat. Di vê heyamê de, DYE’yê jî sê tesîsên nukleerî yên Îranê hedef girtibû.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkian, diyar kir ku piştî şer fikara wî ya herî mezin kuştina Hamaney ye û pêre potansiyela parçebûna navxweyî bû. Di dema şer de, Îsraîl û DYE’yê daxuyaniyên ku Hamaney hedef digirtin weşandin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, îdia kiribû ku kuştina Hamaney dê "şer bi dawî bike", lê Serokê DYE’yê Donald Trump jî Hamaney wekî "hedefek hêsan" bi nav kir.
Hamaney di dema şer de tenê bi rêya peyamên vîdyoyê bang li gel kiribû û piştî agirbestê gelek kêm tevlî çalakiyan bûye.